Mesîhiyên Iraqê ji projeyasaya Dadgeha Federalî nerazî ne

Mesîhiyên Iraqê ji projeyasaya Dadgeha Federalî nerazî ne

Mesîhiyên Iraqê ji ber ku mafên kêmîneyan û pêkhateyên olî tê de nîne, ji projeyasaya Dadgeha Federalî ya Iraqê ku hatiye amadekirin nerazî ne û red dikin.

Endama mesîhî ya parlementoya Iraqê Beyda Xidir, ji televîzyona Iraqî Dîcle re daye xuyakirin ku ewê di civîna îro ya firaksiyonan de bi fermî berteka xwe li hember projeyasaya dadgeha federalî nîşan bidin.

Beyda Xidir gotiye, ewê deng nedin wê projeyasayê ji ber ku mafên kêmîneyên etnîkî û ayînî di wê qanûnê de hatiye binpêkirin.

Beyda Xidir berî niha jî dabû xuyakirin ku di nav endamên dadgeha federalî de tenê yek ji kêmîneyên etnîkî û ayînî hatiye destnîşankirin, ew jî mafê wî yê dengdanê nîne.

Herwiha parlementera mesîhî dabû zanîn ku parlementerên kurd jî piştevaniya wan dikin.

Pustên heman beş