PKKe û şirîkên xwe li Xanesûrê bi şer çûn

PKKê û şirîkên xwe li Xanesûrê bi şer çûn

Şer li nêvbera hêzeke girêday rêxistina PKKê û hêzeke artêşa Îraqê li Sinûnê çêbû, ev şer li ser sozekê pêkhatîye ku hikûmeta Îraqê bi PKKê daye, lê belê hêjan cî bi cî nekrîye.

Li gorî agahiyên destê me, îro roja pêncşemî 11/3/2021an, hêzeke girêday PKKê li komelgeha Xanesûrê ya girêday navçeya Sinûnê xwepêşandan li dijî artêşa Îraqê kir, piştre ev xwepêşandan bû şer, di encama şer de, eskerekê Îraqê birîndar ketîye.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, ev şer bi sedema wê yekê çêbûye ku artêşa Îraqê paş îmze kirina Peymana Şengalê, soz bi hêza Parastina Êzidîxanê ya girêday PKKê dabû ku hejmara 1500 çekdarên wan di rêzên artêşa Îraqê de wezîfe dar bikin.

Dest nîşan kir,îro dema vê sozê bi dawî bû û ev xwepêşandan û şer jê derket.

Hêjay gotinê ye, li sala rabûrî, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê, Peymana asayî kirina rewşa Şengalê îmze kir, ev peyman rê bi vegerîna awareyên Şengalê, avedankirina bajêr dide û pêwîst dike PKKe û Heşda Şabî ji Şengalê derkevin.

Lê belê rêxistina PKKê û Heşda Şabî li dijî peymanê derketine û ji Şengalê derneketine û bûne sedem ku ev peyman neyê cî bi cî kirin.

Pustên heman beş