PKKe bi terzê rejîma Sedam rêya Pêşmergey mînrêj dike

PKKe bi terzê rejîma Sedam rêya Pêşmergey mînrêj dike

PKKe bi terzê rejîma Sedam Hisên, mayn û TNT yan li ber Pêşmergehên Kurdistanê vede, îro Pêşmergeyek bi vê sedemê şehîd ket, wexta ku li Sîdekanê mayîneka rêxistnê li jêr erebeya wan teqiyayî.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê îro roja şemî 13\3\2021an, eşkere kir, mayîneke rêxistina PKKê li sînorê Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li jêr erebeyeka hêzên Pêşmergey teqiyaye, bi wê sedemê Pêşmergeyek şehîd ketîye û yekê din birîndar bûye.

Dest nîşan kir, ev mayîn rêxistina PKKê li ciyekê nêvbera navçeyên Qopî Hacer û Bêrkim yên navçeya Biradostê danabû, li şeva derbasbûyî ev mayîn li jêr erebeyeka Pêşmergey teqiya, di encamê de, Pêşmergê bi navê Tariq Qadir Xalid şehîd ketîye, he rwiha Pêşmergê bi navê Mizefer Ferhad Hesen birîndar ketîye.

Li gorî agahiyê destê me, Tariq li destpêkê birîndar ketbû, lê belê bi sedema giranîya birînê, wî li nexweşxaneya Sîdekanê can da.

Ev ne cara yekemîne, rêxistina PKKê kiryarên bi terzê terorê li himber Pêşmergehên Başûrê welat encam dide, li sala rabûrî jî bi mayîn û TNT yan li Çemankê êrîşî hêzeke Pêşmergehan kir, hemwext li Amêdiyê û Sihêla jî.

Tevî mayîn kirina rêkan, hêzên ewlehîya herêma Başûrê Kurdistanê tenê di çarêka dawiyê ya sala rabûrî 2020an de, hejmareke hewlên PKKê yên mayîn kirina rêkan pûç kirine, dawî yek rêya hinek gundên qezaya Batûfê bû.

Hêjay gotinê ye, hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji dema ketina rejîma Be’si ya Sedam Hisên berdewam hewla paqijkirina dol û çiyayên Kurdistanê ji mayînan dike ku li dema xwe vê rejîma diktator li ber Pêşmergehan di danan, lê belê rêxistina PKKê ji nûve hatîye rêbaza Sedam girtine ber û rêya Pêşmergehan mayîn dike.

Pustên heman beş