Civîna nêvbera Barzanî û “Kesekê Hizbeka din” pêknahêt

Li derbara civîna cenabê Serko Barzanî:
Ev çend roje pir axaftin li ser mesela civîna cenabê Serko Barzanî û kesekê hizbeka din tê kirin, li destpêkê pêwîste bêjim ku cenabê Serko hemû demekê, hemû serdemekê heger zanîbe ku mijarek wê aştîya komelatî li pey be, wê seqamgîrîya siyasî dirust bike, tu demekê dû dil nebûye, heger ev yêk li ser hesaba qurbanîdana şexsê Serko û hizba wî jî be, mêjû li ser vê axaftinê şahide.
Li derbara babeta civînê ku hêjan babeteke gure, pêwîste em bipirsin gelo qey Serko Barzanî kêşeyên şexsî li gel kesekî hene? Gelo qey ewa li Kerkûkê û 16î Oktoberê hatîye encam dayîn li beranber Serko Barzanî bû yan jî li himberî hemû gelê Kurdistanê bû? Kî hebû li vî welatî dilê wî neşikest be, tu Kurdekî azar ji sedema 16î Oktoberê nedît.
Lewma kesekî ku ev kare encam dabe, bi daxwaza lêborînê ji hemû gelê Kurdistanê qerdare, heger ev yêk pêkhat li wê çaxê civîn û rûniştin wê asayî bin.
Amîna Zikrî
Tags: sereke





