Şeşo: Heta PKKe di nav Şengalê de be ewlehî çênabe

Fermandarekê hêzên Pêşmerge li Şengalê ragihand, PKKe sedema sereke a pêknehatina ewlehîya Şengalê ye.
Fermandarê Fermandariya Şengalê yê hêzên Pêşmerge Qasim Şeşo axivî û got, ji ber PKKê û komên ser bi wê ve, ewlehî li Şengalê ava nabe û heta ew di nav Şengalê de bin, ewlehî jî çênabe.
Qasim Şeşo diyar kiriye: ‘‘Rewşa Şengalê xerab e. Hemû çekdar di nav Şengalê de ne. Heta PKK û hêz û komên ser bi PKKê ve, di nav Şengalê de bin, ewlehî çênabe. Niha rewşa Şengalê pir xerab e, lewra jî xelk nikare vegere. Heta Pêşmergeyên Kurdistanê û leşkerê Iraqê li gel hev neyên nav Şengalê, ewlehî jî çênabe’’.
Şeşo herwiha got: ‘‘Hêz û komên çekdar û nerewa, di nav Şengalê de zêde bûne û ev yek bûye eger ewlehî çênebe. Ew hêz û komên nerewa, nahêlin ewlehî çêbibe’’.