Çima Dewlet Baxçelî û Tirkên faşîst bi dîtina nexşeya Kurdistanê Kurtanê xwe firêda?

Memet Mêrdînî
Paş seredana papa francs ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêmê weke rêzgirtin ji boy hatina papa, mînaka pûlekî ji boy çapkirin û karpêkirin bi wê pûlê berçav kir, ev yek bû sedemek ku hin bertekên herêmî li pey xwe bîne. Dujminên Kurdistanê her yekê bi awayekî bertek nîşandan, ew weke gurên har bûy berbûn canê kurdan û axaftinên weke xwe zelîl û qirêj li dijî Kurdistanê kirin, hin ji wan weke seyên harbûyî dema kef ji devê wan diherike êrîş kir û daxwaz kir Hikûmeta Herêma Kurdistanê zelalkirinekê li ser vê yekê bide.
Partî, kesatî û hikûmet ên dewletên dagirkeran hemû bi hevre bûn yek deng û bi yek awaz li dijî Kurdistanê daxuyanî dan, her weke tawaneke herî mezin hatibe kirin, her weke ew nexşe ne nexşeyek dirust be û mafê wan hatibe xwarin tevgeriyan, lê belê a rast ev nexşe nexşeya Kurdistana mezin e, ev nexşe xwe di nava belgeyên wan ên hikûmî de heye û ew baştir ji kurdan dizanin ev nexşe nexşeyek rast û dirist e, her ji ber vê yekê ev qas hêrs bûn û kurtanê xwe firêda û axaftinên wek xwe qirêj gotin.
Li ser vê mijarê bi taybetî Rayedar û Serokên Partîyên Dewleta Tirk dîn û har bûn. Wek wan segên ku bi nexweşîyê dikevin, kef bi devê wan dikeve û girêza devê wan 60 metroyan diherke. Tew ji xwe gava mesele dibe mesela Kurd û Kurdistanê, bê ereq serxweş dibin, ji boy serxweş bûna wan bi tenê nav û wêne û nexşeyek biçûk ê Kurdistanê bese ku serxweş bibin.
Gelo çima nexşeya Kurdistanê ev bertek li pey xwe anîn?
Îran û Tirkiye bi du ji mezintirîn dujminên faşîst ên Kurd û Kurdistanê tên naskirin, ew bi her tiştekî ku navê Kurd û Kurdistanê li ser be hêrs dibin, bi awayekî ku ger navê jinek kurd Kurdistan be, rê nadin ew jin bikeve nava sînorê dewleta wan, yan jî ger nav û nexşeya Kurdistanê li ser tiştekî be dema dibînin weke segên harbûyî êrîşê dikin û ger bikarin wê wî kesê ew nexşe yan Ala Kurdistanê di destî de bikujin, ew pir bi hesasî nêzî mijarên Kurdistanê dibin jiberku ew pêtir ji her kesek din fêm dikin û dizanin ku axa kurdan ji hêla wan ve hatiye dagirkirin û îro nebe sibe wê her were azadkirin.
“A rast wilatekî weke Îranê di nexşeyên pêş sed sala de bi navê “Bîlad Fars” dihat navkirin, bi ti awa bi navê wê ê niha nexşeyek tune.”
Bertekên vê dawiyê li ser nexşeya Kurdistanê nîşan day jî jiber vê yekê ye ku ew baş dizanin nexşeyek dirust bûye, ger çi qas ew bixwazin vê yekê red bikin jî lê li dawyê ev heqîqete û ti kes nikare înkar bike. Ger li dîroka bi destê wan bi xwe hatiye nivîsîn vegerîn wê baş mêze bikîn ku ev nexşe nexşeyek rast û dirust bûye, lê wan di nêvbera xwe de parve kiriye û xwediyên resen ên wî erdî niha hikmî lê nakin, ew baş fêm dikin ger li wê dîrokê bizivrin ti caran nekarin nexşeyekî bi navê welatê xwe bibînin, ew baş fêm dikin qedîmtirîn nexşeya dewleta wan a sexte ji boy sed sal berê vedgere, di dîrokê de ti dewletek bi navê Tirkiyê yan Îranê nebûye, kevintirîn nexşeya Tirkiyê û Îranê weke a niha tê nîşandan ku têde her yek ji wan parçeyek ji Kurdistanê xistiye ser nexşeya dewleta xwe, ji boy 100 sal berê vedgere, pêş sed sala ti nexşeyekî wan tuneye, bi tenê nexşeya împeratoriyetên wan heye dema bi hovane êrîş dikir wlatên derdora xwe dagirdikirin, lê belê nexşeya Kurdistana mezin ku bi herfên mezin li ser hatiye nivîsandin heye, heya paş şerê yekem ê cîhanî ti nexşeyek tuneye ku têde bas li Îran û Tirkiyê kiribe, a rast wilatekî weke Îranê di nexşeyên pêş sed sala de bi navê “Bîlad Fars” dihat navkirin, bi ti awa bi navên wan ên niha nexşeyek tune.

Hêrs bûna Tirkiye û Îranê bi pûla nexşeya Kurdistanê li ser, bi tenê jiber vê yekê ye ku nexşeya niha ya wilatên wan nexşeyek sexte ye û bi dest hatiye çêkirin, her ji ber vê yekê dibêjin nexşeya Kurdistanê nexşeyek çêkirî ye û çi rastî ji boy wê nîne. Di sed sala 17an û 18an de hin nexşe hatîne kêşan ku niha di nava arşîvên welatên dinyayê de hatîne parastin, hin ji wan nexşeyan li Îran û Tirkiyê jî hatîne parastin ku têde bi zelalî navê Kurdistanê li ser hatiye nivîsandin lê belê di t yek ji wan nexşeyan da navê Tirkiyê û Îranê nehatiye nivîsandin, jiberku ev wilate du wilatên sexte û dirustkirîne û ti hebûna xwe di dîrokê de nîne.
Serokê gur û keftarên Tirkîyê dewlet Baxçelî yê dolheram dest bi zirtan kir
Piştî belavbûna wêneyê vê pûlê ku nexşeya Kurdistanê li ser bû, her zû wezareta derve a Tirkiyê daxuyanî da û ragihand, ev yek şaşitîyek xetere û divê were rastvekirin. Wezareta derve a Tirkiyê ragihand di nava wan pûlên ku bi helkefta serdana papa ji boy Îraqê, ku ji bal îdareya herêma kurdî a bakurê Îraqê hatîne dîzayn kirin de, pûlek hatiye dîtin ku têde nexşeyek heye û ev nexşe hin bajarên Tirkiyê jî bi xwe ve digre. Piştî daxuyaniya wezareta derve a Tirkiyê, serokê gur û keftarên Tirkîyê dewlet Baxçelî yê dolheram dest bi zirtan kir û piştgiriya daxuyaniya wezareta derve a dewleta Tirkiyê kir. Wî got, ti kes nikare bi pûla ku weke rêzgirtin ji seredana papa ji boy Bakurê Îraqê hatiye çapkirin ku nexşeya bi nav Kurdistanê li sere gefa li me bixwe, ew nexşe li bin lingên me deye.
“Aha tirkler ev mexloqene apê”
Aha tirkler ev mexloqene apê, ji oldar û misilmanê wan bigrin heta bi çep û rep û komnîstên wan, ji demokrat û faşîstên wan bigrin heta bi qûnek û qûndeyên wan, tev dijminê milletê kurdin. Li her cîhekê derfet ji wan re peyda bibe wê weke hovan êrîşê bikin, ew niha jî bikarin wê weke serdema berê, weke wê demê ku ew weke Mexolan û Berberan bûn êrîşî kurdan bikin, dîsan wê bi sedan komkujyên din ên weke komkujiya geliyê Zîlanê bi serê kurdan bînin, dîsan wê weke gurên harbûyî êrîşî kurdan bikin û wan qetil bikin, lê belê raste ev ew ware lê bi t awa ne ew Bihar e, serdem hatiye guherîn û niha weke berê nikarin kurdan qetilam bikin û piştre bibêjin em birayên hevin, şaşitîyek biçûk çêbûye, wê bedelê bidin kurdan, em her du Mosilman in û li ser birayên Mosilman e ku ji birayê xwe bibore. Na Baxçelîku na ev dem ne ew deme kurd şiyarin û hovên weke te êdî nikarin wan weke berê qetil bikin.
Gelo Tirkiyê ku pêtir ji her aliyek din bertek nîşan da wê bi nexşeya kurdistanê razî be?
Ku Tirkiye wilateke li ser xwîna kurdan hatiye avakirin ti guman tunene, Tirkiye bi darê zor û sitemê hatiye avakirin, ew tim li dijî kurdan bûye, lê belê hin caran jî neçar maye hem Kurdistanê û nexşeya Kurdistanê û hem jî ala Kurdistanê qebûl bike, di berê de ger rayedarekî hikûmeta Tirkiyê li cihekî ala Kurdistanê dîtiba dinya li ber çavên wan tarî dibû, ew hazir bûn kor bibin lê ala Kurdistanê nebînin, lê li dawiyê bi çavşorî û serê tewandî neçar man pêşwaziyê li Serokê kurdan, Serok Mesûd Barzanî bikin, neçar man bi destên xwe yên qirêj di nava axa xwe de li Enqerê di pêşwaziya Serokê Kurdan de ala pakij û pîroz a Kurdistanê daliqînin, ne yek car çendîn caran neçar man vê yekê bikin.
Berê tirka ji Barzanî re digotin “Serokeşîr, Feudal, Paşverû, Axa” flan û bêvan. Piştre hêdî hêdî çûn ber lingên wî û li Hewlêrê li bin ala kurdî rûniştin. Berê digotin „Kuzey Iraq“. Piştre hêdî hêdî gotin „Kuzey Iraq bolgesel kurd yonetim“.
Û piştre çi bû?
Gotin: “Kurdistan”.
Gotin: „Kuzey Iraq kurd bolges başkan“.
Û niha?
Niha jî wek serokê dewletekê, wek serok komar û serok wezîrekî pêşwazîya serokê herêmê û serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û ferşên sor li ber lingên wan radixin.
Tirkên ku berê ji ala kurdî re digotin “Paçk” û “bez parçasî”, îro ala Kurdistanê li Stenbol û Enqerê li asîmanên xwe dadliqînin û ala kurdî di dilê wan de pêl dide. Serokkomar û serokwezîrên wan êdî di meqamên xwe de bi ala kurdî pêşwazîya berpirsên Hikûmeta Herêmê dikin û li Hewlêrê di bin ala kurdî de mizakereyan bi wan re dikin. Helbet ev yek bi hîmet û heybet û berxwedan û siyaseta Mesûd Barzanî pêk hat.
Ez serê we neêşînim kezebno, Tirk çi bixwazin yan nexwazin wê rojek were her weke çewa Ala Kurdistanê qebûl kir, wê her bi wî awa nexşe û dewleta Kurdistanê jî bi neçarî û serşorî qebûl bikin, wê bi neçarî qebûl bikin her 4 parçeyên Kurdistanê azad bûne û ew nexşeya ku niha ew bi sexte dizanin wê di nava nexşeyên dewletên cîhanê de were dîtin, wan jî ti tiştek pê çênabe bi tenê, rewîn, zirînên wek niha nebe.