“PKKe bi awayek bernamekirî Başûrê wilat mînrêj dike”

"PKKe bi awayek bernamekirî Başûrê wilat mînrêj dike"

Her ku diçe pêtir mebesta qirêj a PKKê li başûrê kurdistanê eşkere dibe, PKKe bi hemû awayekî li dijî başûr kar dike û pirsgirêkan jêre dirust dike, ew bi dagîrkirina gundên başûr bi tenê rihet nabe, belku hin erdê herêma başûr mînrêj kiriye û weke navçeya leşkerî îlan kiriye.

Pêş niha di nûçeyeke taybet de me eşkere kirbû ku PKKê bi awayek bernamekirî kar li ser mînrêjkirina herêma kurdistanê dike, her cih û navçeyek bi TNT û mînên çandî pirr kiriye, ev agahî ji aliyê çavkaniyên taybet ên pêgeha me di nava PKKê bi xwe de ji me re hatbûn şandin, li ser vê yekê me gelê Başûr haydar û hişyar kirbû.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî di nava rêxistinê de îro roja şemî 13/3/2021an eşkere kir, rêxistina PKKê li dema rabûrî hejmareka bombên çandî û TNT û roket li ser rêya gundên nêzî bingehên çekdarên xwe danîne, lê niha navçeyên dûr ji bingehên xwe jî mîn rêj dike, her ji ber vê sedemê şeva rabûrî yek ji wan bombeyan bi wesayîteke pêşmergeyên Kurdistanê de teqî û pêşmergeyek şehîd û yek din birîndar bû.

Tevî ku hêzên ewlehiyê yên başûrê welat hin ji van bomb û TNT yên rêxistina PKKê pûç kirine lê careke din tîmên taybet ên rêxistina PKKê dest bi danîna bombeyan li navçeyên cuda yên başûrê welat kiriye, bi awayekî ku xetereyeke herî mezin ketiye ser canê şêniyên gundan.

Pustên heman beş