Nuqteyên PKKê li 2 gundên Başûr tên hedef kirin

Nuqteyên PKKê li 2 gundên Başûr tên hedef kirin

Balefirên dewleta Tirkiyê îro liv û tevgerên rêxistina PKKê li dû gundên Başûrê Kurdistanê li sînorê parêzgehîya Dihokê hedef kirin, êrîş li hindava van gundan pêkhatîye û xeterî ketîye ser şêniyên van gundan.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja yekşemî 13/3/2021an, balefirên dewleta Tirkiyê li dû gundên Başûrê Kurdistanê êrîşa çekdarên rêxistina PKKê kir.

Êrîşa yekem li sa’et 1:15 paş nîvrojê pêkhatîye û balefiran li çiyayê Reşkê yê hindava devera Sorê Sigêrê li bakurê gundê Sigêra Kevin yê girêday navçeya Dêrelokê li devera Nihêlîya borodman kirine, balefiran di vê êrîşê de yek roket li nuqteyên PKKê xist.

Êrîşa dûyemîn li sa’et 2:40 êvarê pêkhatîye û balefiran nuqteyên PKKê li hindavî gundê Kirku Binavî yê devera Nihêlê borodman kirin.

Li gorî dîmenên van êrîşan ku ji boy pêgeha me hatine şandin, ciyên ku ketine ber êrîşan nêzî gundane û ev yêk bûye xeterî li ser şêniyên wan gundan.

Rêxistina PKKê ji bo ku xwe ji êrîşên balefirên Tirkiyê biparêze, hereketa çekdarên xwe têxe nava gund û dorberên bajarokên Başûrê Kurdistanê, şêniyên Başûr pir ji vê hengava PKKê acizin û ew dixwazin çekdarên PKKê ji gundên wan dûr bikevin ji bo ku nekevin ber êrîşên balefiran.

Pustên heman beş