12ê vê heyvê HPG daxuyaniyek belavkir û wan bi rengekî nerastewxo qebûl kir ku ew mayîna li Sîdekan teqyabû û bûbû sedema şehîd kirina pêşmergeyekê wan li wê navçeyê çandîye.
12 vê heyvê bi şev mayînek li navçeya Sîdekan ya ser bi Hewlêrê ve teqîyabû. Ev mayîn bûbû sedema şehîd bûna pêşmergeyekê û birîndar bûna pêşmergeyek din.
Gelê navçeyê û berpirsên hêzên pêşmerge jî dabûn xuya kirin ku ev mayîn ji aliyê PKK ve hatîye danîn. Duh HPG ku hêza çekdara ser bi PKKê veye daxuyaniyek li ser vê mijarê da.
HPG destpêka daxuyaniya xwe de got ku vê mayînê çi peywendî bi me ve nîne. Le di berdewamiya daxuyaniya xwe de li xwe mukir hat û got “me sala 2019-2020ê li dijî operasyona arteşa Tirkiyê ev mayîn danîne vê herêmê” PKK heman dem di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev herême berê ji alî rejîma Saddam ve hatîye mayînkirin.
PKK her çend îdîa kiribe ku ev mayîn ji boy arteşa Tirkiya hatîye dayîn jî ev yek ne raste. Ji ber ku cîhê mayîn teqîyay nêzîkî gundê Bêrkîme ye û tenê 1 Km ji gundî dûre. Heman dem ev rêya ku mayîn li ser taqîyaye rêyeke ku gundî bi kar tînin û gundî destpêka biharê heywanên xwe dibin van cîhan. Yanî PKK cîhê kesên medenî mayîn kirîye.
PKK îdîa dike ku ev mayîn ji boy operasyona Tirkiya hatîye danîn. Lê belê ev rêye ne rêya leşkirên Tirkiyê ye. Cihê ku tirkiya têda ye çîyayê Şekîfe. Ev cihê hatîye mayîn kirin û çîyayê Şekîf heger mirov bi meş biçe herî kêm 20 saat meş gereke. Ev yek jî eşkere dike ku ev mayîn ne ji boy eskerên tirk belku ji boy gelê herêmê û pêşmergeyan hatîye danîn.
PKK her çend bi ne rastewxo gotibe jî lê mayîn danîna li ser rêyên însanên medenî sûçeke mirovatî ye.
PKK 2006 “Deklerasyona Qedexekirina Mayînên Ant-Personel” li gel Geneva Call îmza kiriye. Yanî eve qebûl kirîye ku mayîna nadeyne li ser rêya sivîlan û heta eskeran jî. Yanî mayînên ku li cihê xwe dimînin hatta hattaye. Diyare dema ku PKK ev peyman îmza kirî gelê kurd û Kurdistan dervey vê peymanê girtîne. Ji ber ku PKK mayîna tenê li ser rêyên Herêma Kurdistanê datîne.
Ana PKK ev mayîne danîye ev ne raste rast tawaneke. Dibe derdorên peywendîdar vê yekê bigihînin Geneva Call û hesab bê xwestin. Ji ber ku mayînên PKK ne cara yekê ye ku zirarê digihîne kesên medenî.