Li Eyn Îsayê şerekî giran di navbera HSDê û komên çekdar de derket
Li nêzîkî gundê Melaq li rojavayê Eyn Îsayê, li ser rêya navdewletî M4ê, şerekî giran di navbera şervanên HSDê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike de derket.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir, piştî ku çekdarên ser bi Tirkiyê ve hewl dan derbasî baregehên HSDê li Eyn Îsayê bibin, şerekî giran di navbera her du aliyan de li nêzîkî gundê Melaq li rojavayê Eyn Îsayê derket.
Rewangehê destnîşan kir, hejmarek kuştî û birîndar ji her du aliyan hene.
Demek e komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, êrîşên xwe li ser nahiya Eyn Îsayê zêde kirine. HSD jî dibêje, em bersiva wan êrîşan didin û nahêlin Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve bi pêş ve bên.
Nahiya Eyn Îsayê li başûrê rojhilatê Kobaniyê, li ser rêya navdewletî M4ê dikeve. Piştî êrîşa Tirkiyê û komên çekdaran ve, hin hêzên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê li derdora wê nahiyê bi cih bûne.