Tirkiyê berpirsekê diyar yê YPGê desteser kir

Tirkiyê berpirsekê diyar yê YPGê desteser kir

Fermandarekê diyar yê Yekîneyên Parastina Gel YPGê ket destê îsixbarata Tirkiyê û ji boy Enqerê hat veguhastin.

Li gorî ajansa Enadolê ya dewleta Tirkiyê, Îbrahîm Babat ku fermandarê lîwayeka Yekîneyên Parastina Gel YPGê ye, duh roja dûşemî 15/3/2021an, ji bo Enqerê hat veguhastin, piştî ku li rojên rabûrî ketîye destê îsixbarata Tirkiyê.

Îbrahîm Babat ji şêniyên Qamişlo ya Rojava Kurdistanê ye, medya Tirkiyê dibêje: wî di lekolînê de agahiyên pir girîng dane îsixbarata Tirkiyê.

Îbrahîm Babat fermandarê YPGê li rojên rabûrî wexta di erebeya xwe de li navçeyeke Rojavayê Kurdistanê ketîye destê îstixbarata Tirkiyê, paş desteser kirina wî, îsixtbarata Tirkiyê wêneyên wî Enqereyê belav kirin ku destê wê girêdayne û alayên Tirkiyê li kêleka wî hatine danan.

Îbrahîm babat-ypg-یه‌په‌گه‌ (1)

Pustên heman beş