Rojnameyeka Firensî: Kurdên Îraqê qurbaniyên şerê PKKê û Tirkiyê ne

Rojnameyeka Firensî Kurdên Îraqê qurbaniyên şerê PKKê û Tirkiyê ne

Rojnameyeke navdar a Firensayê belav kirîye ku qurbaniyên sereke ên şerê Tirkiyê û PKKê, Kurdên Îraqê ne.

Rojnameya la-Croix ya Firensayê ku ji rojnameyên navdar yên vê dewleta Ewropayê ye, di raporekê de bas li şerê PKKê û Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê kirîye û dibêje: Kurdên Îraqê qurbanî û zirarmendên sereke yên vî şerî ne.

Rojnameya navbûrî di rapora xwe de ku peyamnêra wan a li Başûrê Kurdistanê ji boy amade kirîye, dibêje: bi sedema borodmana berdewam a artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê ku ev borodman rêxistina PKKê hedef dike, tenê gelê Başûrê Kurdistanê zirarê ji vê bordomanê dibîne.

Her wiha dest nîşan kir, bi sedan gundên ser sînor bi sedema şer vala mane û bûne qada şer û şêniyên wan koçber û derberder bûne.

Rojnameya la-Croix eşkere tev zirarên canî yên bi gelê Başûr dikevin, şerê Tirkiyê û PKKê li ser xaka Başûrê Kurdistanê zirarên abûrî yên herî mezin bi vê herêmê xistine.

Pustên heman beş