Dozgerîya Tirkiyê: tendirustîya Apo pir başe, ew nemirîye

Dozgerîya Tirkiyê: tendirustîya Apo pir başe, ew nemirîye

Dozgerîya dewleta Tirkiyê ragihand; Abdula Ocalan rêberê zîndan kirî yê PKKê li Îmraliyê ye, tendirustîya wî pir başe, ew saxe û nemirîye.

Li rojên rabûrî hat îdîa kirin ku Apo di zîndanê de mirîye û dewleta Tirk mirina wî îlan nake, ev yêk bi awayekî lezgîn û berfireh di sosyal medyaya Tirkiyê de hat parvekirin û nîqaş li ser gor bibû.

Paş vê îdîayê, parêzerên Ocalan ji bo hevdîtna wî serdana dozgerîya dewletê kirin û xwestin ku Ocalan bibînin, parêzeran ji dozgeriyê re go ku tek rêya ku em piştrast bibin ku Ocalan di jiyanê de mayî ye, hevdîtina raste raste.

Di vê derbarê de, dozgerîya giştî ya parêzgeha Borsayê beyanek parvekir û têde eşkere kir, Abdula ocalan rêberê zîndan kirî yê PKKê di zîndana Îmraliyê de ye û tendirustîya wî pir başe, nûçeyê wefata wî tu girêdaneka wê bi rastiyê ve nîne.

Dozgeriyê dest nîşan kir, li rojên rabûrî agahî li sosyal medyayê hatin îlan kirin ku Ocalan wefat kirîye, lê belê ev yêk derewe û Ocalan nemirîye.

Hêjay gotinê ye, Abdula Ocalan li 15î şubata sala 1999an ji hêla dewleta Tirkiyê ve hat desteser kirin, hêjan ew di balefirê de bû wexta ji efserên îsixbaratê re gotî «Ez amademe xizmetê bikim», piştre û di yekem rûniştina mehkemê de daxwaza efoyê ji daykên eskerên Tirk kir ew eskerê bi destê Gerîlayan hatine qetil kirin û piştre ji dadwer re go: «Dayîka min Tirke, ez ji Tirkiyê hez dikim, heger hûn derfetê bidin, ez amademe xizmeta dewletê bikim».

Rêxistina PKKê heya niha jî ji bo veşartina û guhertina van axaftinên Apo hewlên mezin dide, lê belê ev yêk ji destê wan derketîye û êdî her Kurdek baş dizane kanê Apo tu rû reşîyek ji boy xwe û rêxistina xwe li himberî dadwerê Tirk tomar kir.

Pustên heman beş