Jêr sîbera Heşda Şebî YNKê baregehên xwe li Mûsilê vekirin

Jêr sîbera Heşda Şebî YNKê baregehên xwe li Mûsilê vekirin

Yekîtîya Nîştîmanî a Kurdistanê ji paş bûyerên 16 Oktoberê, hejmareke baregeh û komîteyên xwe li navçeyên jêr destê mîlîşya Heşda Şabî ya şîe vekirine, dawî yek komîteya Tilkêfê bû ku berîya çend rojan bi destûrîya Heşdê vekirîye.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, li roja 2 adara îsal, komîteya Tilkêfê ya vê partiyê kelupelên baregeha xwe li komelgeha Xetarê ya Êzidîyan veguhastine mala kadiroyekê xwe bi navê Elî Abid Weysî Şebek,  li navenda bajarokê Tilkêfê.

Her wiha dest nîşan kir, li Destpêka meha 2 ya îsal, melebenda YNKê li Mûsilê bi nivîseke fermî daxwaz ji parêzgerîya Mûsilê û Heşda Şabî kirbû ku rê bi wan were dayîn ku baregeha komîteya xwe li Tilkêfê vekin.

Parêzgerîya Mûsilê û heyeta Heşda Şebî bê ku tu nerazîbûnekê nîşan bidin, rê bi YNKê da baregehên xwe li navçeyên jêr desthilata wan vekin, ji wan komîteya Tilkêfê.

Hêjayî gotinê ye, baregeha Tilkêfê dibe çaremîn baregeha YNKê ku li navçeyên Kurdistanî yên dagîrkirî yên li jêr destê Heşda Şebî tên vekirin, piştî ku li her yêk ji navçeyên Bertile, Başîk û Welat Şebek komîteyên xwe bi destûrîya Heşda Şabî vekirîn.

Ev jî bi wê watayê tê ku Heşda Şebî tu pirsgirêkek nîne ku YNKe baregehên xwe li navçeyên jêr destê wan veke, ji ber ku YNKe li dijî pîlanên Heşdê nasekine û naxwaze ev mîlîşya girêdayî Îranê ji navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya Herêmê biçe.

Pustên heman beş