Bi Nivîskareke nihênî parêzgerê sepandî yê Kerkûkê daxwazekî ji Hikûmeta Îraqê dike

Bi Nivîskareke nihênî parêzgerê sepandî yê Kerkûkê daxwazekî ji Hikûmeta Îraqê dike

Rakan Seîd Elî Cibûrî parêzgerê sepandî yê Kerkûkê daxwazê ji encûmena wezîrên Îraqê dike yek ji kesên nêzî wî ji yasaya lêpirsîn û dadweriyê were bexşîn daku bikare wî weke rêveberê balefirxaneya Kerkûkê erkdar bike.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî li Bexdayê eşkere kirin, Rakan Cibûrî ku piştî îxaneta 16ê Cotmehê ji bal Hikûmeta Îraqê weke parêzgerê Kerkûkê hat destnîşankirin, bi nivîsareke nihênî li roja 13/10/2020an, daxwaz ji Emîndarê Giştî yê Encûmena Wezîrên Îraqê kiriye yek ji kesên Hoza wî ji yasaya lêpirsîn û dadweriyê were bexşîn.

Çavkaniyên Darka Mazî her weha eşkere kirin ev nivîsar bi hejmara 2781 li roja 13/10/2020an ji boy encûmena wezîrên Îraqê hatiye şandin û têde parêzgerê sepandî yê Kerkûkê, daxwaz dike “D. Zîyad Husên Salih Mehcûb” ji yasaya lêprisînê were bexşîn daku bikare posta rêveberê balefirxaneya navdewletî ya Kerkûkê wergire.

Zîyad Husên Salih Mehcûb niha weke fermanber li dîwana parêzgeha Kerkûkê erkdar e, li gor zanyariyan pêş niha ew bi hin karên ne qanûnî hatiye sûçbarkirin, ji ber vê yekê jî Rakan Cibûrî dixwaze ev kes ji yasaya lêpirsîn û dadweriyê were bexşîn, Rakan Cibûrî bi xwe jî bi hin doseyên gendelî û xwarina mulkê giştî tê tawanbarkirin, lê heya niha hikûmeta Iraqê ti lêpirsînek bi wî re encam nedaye.

Piştî ku Rakan Cibûrî weke parêzgerê Kerkûkê hatî destnîşankirin, bi hemû awayekî hewl dide kesên ser bi eşîra xwe li post û pêgehên blind ên hikûmî li parêzgeha Kerkûkê erkdar bike, ev ji aliyekê, ji aliyeke din bi hemû awa dijatiya kurdên li Kerkûkê dike û bi awayên cûda givaşan li ser wan çêdike daku hejmara kurdan li Kerkûkê kêm bibe û hozên Ereb li cihê kurdan bicî dike.

Pustên heman beş