Asayîşa Başûr TNT ya PKKê li sînorê Dihokê îmha kir

Asayîşa Başûr TNT ya PKKê li sînorê Dihokê îmha kir

Hêzên ewlehîya Başûrê Kurdistanê hewleke din ya terorîstîya rêxistina PKKê ji bo encamdana teqînan li ser rêya gundên sînorê Dihokê îmha kir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, hêzên asayîşa û ewlehiyê yên Başûrê Kurdistanê duh roja sêşemî 12/3/2021an, karîn hewleka rêxistina PKKê ya maynrêj kirina rêya navçeya bi navê “Çepên çiyayê Gamêrkê” ku dikeve pişta gundê “Ravîna” yê sînorê parêzgehîya Dihokê ji nav bibin.

Dest nîşan kir, çekdarên PKKê bi terzê terorîstan maddeya TNT li wan çepan danabû, lê belê ev hewla wan ji hêla hêzên asayîşa Başûrê Kurdistanê rastî şkestinê hat kirin û ev TNT pûç kir.

Çavkaniyên me eşkere kir, çekdarên PKKê ev TNT li sa’et 5:50 berbangê li wan çepan danabû, hêzên ewlehiyê jî bê ku tu zirarek bi wan bikeve ji nav bir.

 

Rêxistina PKKê li van mehên dawiyê bi terzê terorîstan navçeyên Başûrê Kurdistanê bi taybet rêya Pêşmerge mayîn dike, dawî car rêya gundê navçeya Batîfa TNT kirbû, lê belê her car ev hewlên wan ji hêla hêzên ewlehiyê ve rastî şkestinê tên kirin.

Hêjay gotinê ye, hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji nemana rejîma Sedam di hewlên berdewam deye ji bo ku navçeyên Başûr ji mayn û teqemeniyan xelas bike, ew mayînên ku li dema xwe vê rejîma diktator di rêya Pêşmergehan de di danan, lê belê PKKe ji nûve hatiye çav li rejîma Sedam dike û rêya Pêşmergehan mayîn dike.

Pustên heman beş