Ji bo girtina HDPê doz hat vekirin!

Ji bo girtina HDPê doz hat vekirin!

Beriya bi çend xulekan Serdozgerî Komarî ya Dadgeha Bilind a Tirkiyê, bi mebesta girtina HDPê li Dadgeha Destûra Bingehîn doz vekir.

Îro Li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê biryara cezakirina Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Gergerlîoglu xwendibû û bi wî awayî parlamenteriya Gergerlîoglu hat hilweşandin.

Cihê behsê Serokê MHPê Devlet Bahçeli bi berdewamî daxwaza girtina HDPê dike. HDPê di hilbijartina 2018an de 67 kursî li Parlementoya Tirkiyê bi dest xistibûn. Herwiha arêzbendiyên parlementerên HDPê Leyla Guven û Musa Farisoglu Ayhan Bîlegn di sala 2020ê de hatibûn rakirin û çend parlementer jî ji nava HDPê îstîfa kiribûn û niha jimareya parlementerên HDP bûye 55 parlementer.

Pustên heman beş