Rêveberê Nahiya Qesrê: PKKê 15 gundên me dagîr kirine

Rêveberê Nahiya Qesrê: PKKê 15 gundên me dagîr kirine

Rêveberê nahiya Qesrê ya bajarokê Çoman yê Herêma Kurdistanê ragihand, 14 gundên wê deverê ji aliyê PKKê ve hatine dagîrkirin ji ber wê jî ew nikarin xizmetguzariyê bigehînin wan.

Rêveberê nahiya Qesrê, Feysel Alanî ji BasNewsê re got, li devera me 14 gund ji aliyê PKKê ve hatine dagîrkirin. Ev jî bûye sebeb ku em nekaribin bi rengekî pêwîst xizmeta xelkê wan gundan bikin.

Feysel Alanî her wiha got, hikûmet dixwaze pirojeyên nû li wan gundan pêk bîne lê ji ber PKK ev derfet nemaye.

Rêveberê nahiya Qesrê da xuyakirin jî, ji xwe her sal ji ber hebûna PKKê, firokeyên şer yên Tirkiyê deverê bordûman dikin û xelkê sivîl dibin qurbanî û ziyanek mezin li gundan û deverê jî dikeve. Bila PKK ji deverê derkeve û êdî behaneyan nede destê Tirkiyê.

Pustên heman beş