Dije Terora Kurdistanê bersiva fermandarekî Heşda Şebî da

Dije Terora Kurdistanê bersiva fermandarekî Heşda Şebî da

Dije Terora Kurdistanê ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Facebookê bersiva fermandeyekî koma Seyîdul Şuheda ya Heşda Şeibî, Ebû Ala El Welaî da û ragihand: ‘’Hûn ne nûnertiya Iraqê dikin û ne jî xwediyê statuyeke fermî ne, hûn terorîstên tirsonek in û li ser daxwzên axayên xwe welat wêran dikin.’’

Duhî fermandeyekî koma Seyîdul Şuheda ya Heşda Şeibî, Ebû Ala El Welaî êrişî Herêma Kurdistanê kiribû û gefa wê yekê xwaribû, dê nehêlin qanûna bûdceya Iraqê bi sûda Herêma Kurdistanê were pesendkirin.

Îro roja çarşemê 17.03.2021ê Dije Terora Kurdistanê bersiva Ebû Ala El Welaî da ragihand: Li ser daxwaza axayên xwe hûn welat wêran dikin û her roj li cihekî kiryarên terorîstî encam didin, hemwelatiyên sivîl dikin qurbanî û cihên giştî û firokexaneyên medenî mûşekbaran dikin û êrîşî hevpeymanan dikin.’’

Herwiha Dije Terora Kurdistanê aşkere jî kiriye we di 16ê Cotmehê de xwe beramber Serok Barzanî ceriand, lêbelê hûn şikestin û şermezarî ji we re ma.

Pustên heman beş