Daku Tonela bikolin generator a kehreba taxekî Şengalê dizîn

Daku Tonela bikolin generator a kehreba taxekî Şengalê dizîn

Çekdarên PKKê li Şengalê Generator a kehrebaya taxekî bajarokê Şengalê dizîn daku bikarin bi wê generator ê li çiyayê Şengalê tonelelan lê bidin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Şengalê îro roja pênc şemî 18/3/2021an Ragihand, Serhed Amanowus yek ji berpirsyarên PKKê li bajarokê şengalê li roja 1/2/2021an dest danaye ser Generatora kehrebaya taxê Al-Nesir a bajarokê Şengalê û dixwaze veguhêze yek ji baregehên PKKê li çiyayê şengalê daku bikarin di kolana tonelan de bikar bînin.

Çavkaniyên pêgeha me li Şengalê her weha eşkere kirin, ev Generator û 8 hebên din, bi nivîsareke fermî a şaredariya Şengalê ji boy zêdekirina saetên kehrebayê li şengalê hatîne dabîn kirin.

Ev karê PKKê di demekî deye ku kehrebaya Şengalê di rewşeke pir xerab deye û tê çaverêkirin di werzê havînê de ev rewşe xerabtir bibe û saetên pêdana kehrebayê kêmtir bibin.

Pustên heman beş