Artêşa Tirkiyê çend deverên di destê rêjîma Sûriyê de bordûman kirin

Artêşa Tirkiyê çend deverên di destê rêjîma Sûriyê de bordûman kirin

Artêşa Tirkiyê çend deverên di bin desthilata artêşa Sûriyê de bombebaran kirin.

Piştî ku çend mûşek li bajarê Kilîsê yê Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê ketibûn xwarê, Tirkiyê çend deverên di bin desthilata artêşa Sûriyê de bombebaran kirin û hêzên artêşa welatê xwe li deverên sînorî xist amadebaşiyê.

Herwiha hikûmeta Tirkiyê ji Rûsyayê daxwaz kir ku biryara agirbestê were cîbicîkirin û êdî rê neyê dayîn ku bûyerên bi vî rengî dubare bibin.

Di Adara sala borî de, Enqere û Moskow li ser agirbesta li parêzgeha Idlibê ya li bakûrê rojavayê Sûriyê li hev kiribûn, ev jî piştî êrîşeke artêşa Sûriyê bû ku di encama êrîşê de 36 serbazên Tirkiyê hatibûn kuştin.

Pustên heman beş