Serokwezîrê Kanadayê Newrozê li gelê Kurd pîroz dike

Serokwezîrê Kanadayê Newrozê li gelê Kurd pîroz dike

 Serokwezîrê Kanadayê pîrozbahiya Newrozê li gelê Kurd û gelên din dike û ji welatiyan daxwaz dike, rênimayên xweparêziya ji vîrusa Koronayê di rojên cejnê de cîbicî bikin.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau di peyama xwe de diyar kir: «Newroza we pîroz be, Newroza we ya hemû salan pîroz be. Îro Efxanistanî, Îranî û Kurd, li Kanadayê û temamê cîhanê ahenga cejna Newrozê bi xweşî û şadî dikin».

Her wiha dibêje: «Di vê Newrozê de malbat li ser maseyekê li cem hem kom dibin û nan dixwin û stranan guhdarî dikin û ji karên xwe çêj werdigrin».

Justin Trudeau dibêje: «Ev Newroz gelek cuda ye, ji ber vîrusa Koronayê em nikarin gelek nêzîkî hev bibin, divê haya me ji rênimayên tendirustiyê hebe, da ku di Newrozeke din de em hevdû bibînin, divê em rênimayên tendirustiyê cîbicî bikin».

Nowruz

Sending my warmest wishes to everyone celebrating Nowruz tomorrow. As you mark this New Day virtually with your friends and family, and reflect on the past year and look ahead with hope and optimism, please stay safe and healthy. Nowruz Pyrouz! https://bit.ly/3c09uro

Posted by Justin Trudeau on Friday, March 19, 2021

Pustên heman beş