Li Kerkûkê ev tawanên hovane rojane tên jîyankirin

Li Kerkûkê ev tawanên hovane rojane tên jîyankirin

Piştî îxaneta 16ê Cotmeha sala 2017an û dagîrkirina Kerkûkê ji hêla supayê Îraqê û mîlîşyayên Heşda Şebî a li jêr hejmûna Îranê de, rewşa vî bajarê Kurdistanê her ku diçe xerabtir dibe û xelkê Kerkûkê bi hemû neteweyên xwe ve di kaosê de jîyan dikin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Kerkûkê ragihandin, 26/1/2021an ji hêla rêveberiya îstixbarat û asayîşa Kerkûkê ve yek ji çekdarên ser bi Heşda Şebî “hêza Emamîn” di nava bajarê Kerkûkê de bi sûça gef xwarin û bi zor pere wergirtin ji xelkê hat desteserkirin, di dema lêprisînê de îtîraf kiriye û ragihandiye du kesên din ên bi navên “Mihemed Salih Elî Casim û Sufiyan Rîyaz Ahmed Elî” di vî karî de bi wî re bûn.

Gelo tawana wan çî ye?

Çavkaniyên pêgeha Darka her weha eşkere kirin, li 4/1/2021an tumetbar “Sebah Xelef Mehmûd” bi tometbar “Mihemed Salih Elî” re rabûne bi avêtina bombeyek destî ji bo nava mala hemwelatî “Esed Hemîd Hemdî” ku dikeve ser rêya di nêvbera Bexda û Kerkûkê de, ev hemwelatî xwedî aşekî bi navê “El-Mîsaq”e li bajarê Kerkûkê.

Piştî avêtina bombeya destî bi telefonê gef li xwedanê aşê xwarine ku ger 30 hezar dolarên Emerîkî nedin wan ewê kurê wî bikujin, lê belê, ji ber ku Esed pare nedan wan, dîsa “Mihemed Salih Elî” û “Sufiyan Rîyaz Ehmed” bombeyek din avêtîye nava mala vî hemwelatî de.

Tawanbar “Sebah Xelef Mehmûd” kesê sereke bûye di vê grûpê de, ew Ereb e, navê dayîka wî “‘Elîye Medîd Wesmî” ye û navê hevjîna wî “Necwed Ehmed Ebdulla” ye, rûniştvanên taxa Emel Şebî ne li bajarê Kerkûkê, çekdarê Heşda Şebî ye û her weha li aşê “El-Mîsaq” kar dike.

Ji aliyê baregeha serkirdatiya operasyonên hevbeş ên Kerkûkê bi nivîsara fermî ya hejmare “3797 li 14/9/2020an” rê bi vî kesî hatiye dayîn ku çekê Kelaşînkof bi xwe re hilgire, di vê nivîsarê de daxwaz hatiye kirin li zalgehan hêsankarî jêre were kirin.

Piştî 16ê Cotmeha sala 2017an Kerkûk ketiye rewşeke herî xerab de û rojane gelên li Kerkûkê dijîn bi giştî û kurd bi taybetî rastî pirsgirêkên herî mezin tên, ne canê wan û ne jî malê wan ti parastinek li ser tuneye, rewş gihaye astekî herî xeter, bi awayekî ku niha ne bi tenê Kurd, belku hemû neteweyên din ên weke Ereb û Turkman li Kerkûkê daxwaza vegerîna hêza pêşmergeyên Kurdistanê ji boy vî bajarî dikin.

Pustên heman beş