Mazlûm: Gava yekemîn me avêt

Mazlûm: Gava yekemîn me avêt

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), bi boneya salvegera 2yemîn a rizgarkirina Baxozê ku baregeha dawîn a çekdarên DAIŞê li Sûriyê bû, peyamek belav kir û diyar kir: “Serkeftina li Baxozê gava yekemîn bû”.

Mazlûm Kobanî di peyama xwe de da zanîn, ew serkeftina şervanên HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li herêma Baxozê bibîr tîne û rizgarkirina wî bajarokî wek serkeftinê, wek gava yekemîn dibîne.

Herwiha Fermanderê Giştî yê HSDê di peyama xwe de destnîşan dike: “Em lehengiya HSD û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ku 2 sal berê li Baxozê li dijî DAIŞê şer kir, bibîr tînin. Lê şer neqediyaye, xebatên ji nû ve avakirinê ji bo pêşîgirtina li vejîna DAIŞê, girîng e.

Mazlûm got: “Serkeftin gava yekemîn bû. Paşê ji nû ve avakirina civaka me, zêdekirina piştgiriya navneteweyî ji bo Rojava ye”.

Pustên heman beş