Şerekê giran çêbûye, YPGê 11 Şervan ji destdan

Şerekê giran çêbûye, YPGê 11 Şervan ji destdan

Arteşa Tirkiyê û komên çekdarên girêdayî wê êrîşa dorbera bajarokê Girê Sipî yê Rojava Kurdistanê  kir, şerekê giran çêbû û 11 Şervanên YPGê ketin ber êrîşan.

Li gor agahiyên destê me, duh roja sêşemî 23/3/2021an, arteşa Tirkiyê û komên çekdarên girêday wê, navçeyên dorbera bajarokê Girê Sipî topbaran kir, hemwext Şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPGê bersiva êrîşê da.

Di encama êrşê de, 11 Şervanên YPGê can daye.

Medya nêzî YPGê tenê bas li êrîş û topbaranê kirîye, lê belê wezareta parastina netewî ya Tirkiyê hedef kirina 11 Şervanan pişt rast kir û li hesaba xwe ya Twitter ê dîmenên êrîşê parvekirine.

Pustên heman beş