Lahor Cengî pêş 16ê cotmehê çi gotibû medyakarek Swêdî?

Lahor Cengî pêş 16ê cotmehê çi gotibû medyakarek Swêdî?

Conasan Grit, nûçegihanê kenaleke Swêdî ye, li sala 2016an ji bo amadekirina raporekê seredana Başûrê Kurdistanê kiribû, ew dibêje: li sala 2016an ez li sînorê Kerkûkê vegerîm Silêmaniyê ji bo ku hevdîtineke medyayî bi Lahur Şêx Cengî berpirsê Dije Terora YNKê encam bidim.

Conasan dibêje: bera ku em hevdîtinê dest pê bikin, min û Lahur Cengî hinek nîqaş kirin, tişta ku ji bo min pir ecêb ev bû ku vî berpirsê dije terora YNKê digo: «Emê heya dawiya DAÎŞê li navçeyê bimînin, piştre emê ji bo arteşa Îraqê û Heşda Şabî çol bikin, ji ber ku ev der ne xaka me ye, xaka Ereban e, em naxwazin Kurdên netewe perist li vir bimînin û Kerkûkê bi Kurdistanê ve girêdin».

Conasan dibêje: ez bi van gotinên Lahor matmayî mam, ji ber ku hemwexta van gotinan, min didît li sengeran Pêşmerge xwîna xwe ji boy parastina Kerkûkê dirijand, li alê din jî berpirsekê hîzbî ev nerîne heye, loma min bi hênceta kêşeyek teknîkî hevîdtin bi Lahor encam neda û min bi stafê xwe go ku em hevdîtnê bi kesekî re çênakin ku ev qas li himberî gelê xwe bê wefa be.

Conasan wisa axaftina xwe dewam dike, ciyê daxê bû paş vegerîna min bo Swêdê û li dawiya sala 2017an, min bihîst vî berpirsî gotinên xwe kirin rast û ev navçe radestî arteşa Îraqê û Heşda Şabî kirin û tu guh neda ev xwîna li ser wê xakê hatîye rijandin.

Conasan dibêje: niha jî ez di fikra xwe de dibêjim: bi tu awayî gelê wî qebûl kir ku xîyanetkarek li nava wan de be û berpirsyarî hebe!

Pustên heman beş