Li Eyn Îsayê, 7 şervanên HSDê di encama êrîşên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de can dan.
Li gor Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir, artêşa Tirkiyê û komên çekdar, roja 23ê Adarê bi çekên giran û balafirên çavdêriyê, êrîşî ser Dibis li gundewarê Eyn Îsayê kirin û hêzên wan di rûyê wan de derketin û şer û pevçûnên giran rû dan.
HSDê destnîşan kir, di encama wî şerî 7 şervanên HSDê can dan.