Rêxistina PKKê dem bo demê gireva birçîbûnê ya bi zor bi girtîyên siyasî û şêniyên kampa Mexmûrê ji boy Ebdulla Ocalan dide kirin û dibêje: ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo ev şênî di girevê de ne û li ber xwe didin, lê ya rast ev 22 salin Apo di îmraliyê de razaye û rojeka bi tenê jî ne girev ji boy azadiya xwe girtiye û ne jî tu cure berxwedanek kirîye.
Rêxistina PKKê li Mijdara sala rabûrî, çalakiyek bi navê gireva birçîbûnê li ser girtîyên siyasî yên PKKê di girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ferz kir, piştre li Kanûna 2020an, li wargehê penaberan a Mexmûrê girev bi ciwan, xort, keç û jin û kale mêr û jinan da dest pê kirin, îro 121 roj li ser gireva girtîyên siyasî û 100 roj li ser gireva Mexmûrê derbas dibin û PKKe dibêje, ev girev ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya rêberê Apo tê kirin.
Ebdulla Ocalan li Şubata 1999an li Nayrobî ya paytexta Kînyayê hat desteser kirin, Apo hêjan di balefirê de û deqîqeya yekem teslîm bû, tu berxwedanek nekir û ji Efserên hêza taybet re got: heger tiştek bikeve ser milê min ez amademe xizmetê bikim.
Paş vegerîna Ocalan ji boy Tirkiyê, ew li îmraliyê hat zîndan kirin, her kes dizane li dadgehê Evdila Ocalan tu rû reşîyek ji bo xwe tomar kir wexta daxwaza efûyê ji dayikên eskerên Tirk kirî, ew eskerên bi destê gerîlayan hatîne qetil kirin, piştre ji dadwer re got: dayîka min Tirk e, ez ji Tirkiyê re hez dikim û heger derfet bi min were dayîn, ez amademe xizmeta Tirkiyê bikim.
Li ser vê helwesta Ocalan, mehkema Tirkiyê Evdila Ocalan darve nekir, lê belê ew li Girava Îmraliyê hişt û li wir heya roja me ya îro rojeke bi tenê jî gireva birçîbûnê ji boy azadiya xwe nekirîye, rojeke bi tenê jî li ber xwe nedaye, ji ber ku îmralî ji boy Apo mîna hotêlek 5 Stêr e, ew bi rehetî li wir razaye û rêxistina PKKê ji wê demê ve heya roja me ya îro gelê hejar dixapîne û tenê ji boy piropagindeyê çalakiyên gireva birçîbûnê bi alîgirên PKKê dide encamdan, ev yek di demekî de ye ku ti caran Apo bi xwe girev ji xwarinê nekiriye û weke torîstek hêja di Girava Îmraliyê de jiyan dike.
Heger mirov bi lojîk li van çalakiyên girevê yên rêxistina PKKê binêre wê bi zelal xweya bibe ku hem rêxistina PKKê hem Apo gel dixapînin, ji ber ku ne mumkîne mirov 100 rojan xwarnê nexwe û di jiyanê de bimîne û nejî Apo rojekê li ber xwe daye ku mirov bibêje ev zelam hêjayî girev girtinê ye, lê belê berevajî ev çalakiyên PKKê leyistokek e û tu wateyeke din ji boy nîne, ji ber ku ne Apo li jêr tecrîdê ye û nejî girtîyên siyasî û şêniyên Mexmûrê ji bo wî zelamî di gireva rastîn de ne.