Îran û Çîn bo 25 salan peymanekî îmze dikin

Îran û çînê bo 25 salan peymanekî îmze krin

Pirojeya bi navê “Rê û Nişf” ku ji aliyê Çînê da hatibû destpêkirin, niha Îran jî tevlî wê pirojeyê bû. Her dû dewleta bo 25 salan peymanek îmze kirin.

Roja şemî, belgenameya bernameya hevkariyê ya bi navê rêkeftina 25-salî di navbera Îran û Çînê de ji hêla Mihemed Cewad Zerîf û Wang Î, wezîrên karên derve yên her du welatan ve hate îmzekirin.

Wezîrê derveyê Çînê, ku li ser vexwendina hevtayê xweyê Îranî çûbû Tehranê, digel Elî Larîcanî şêwirmendê rêberê komara Îslamî ya Îranê civîya.

Her dû terefa behsa naveroka peymanê nekirin lê tê gotin ku her dû teref di sala 2016 an de li ser babetê hevdîtin kirine û peyman îro hatiye îmzekirin.

Pustên heman beş