Akademîsyen siyasetmedar Prof. Dr. Kadrî Yildirim îro bi beşdariya bi hezaran hezkirî, dost heval û xwendekarên xwe li Diyarbekirê bi xakê hat spartin.
Prof. Dr. Kadrî Yildirim beriya bi çend rojan ji ber nexweşiya xwînêrjiya mêjî jib o nexwşexaneya Zanîngeha Dicle ya Diyarbekirê hatibû rakirin û piştî tedawiya çend rojan duhê koça dawî kiribû.
Îro roja şemiyê 27.03.2021ê li Diyarbekirê bi beşdariya siyasetmedar, nûnerên partiyên sivîl û rêxistinan xwendekar û hevkarên Kadrî Yildirim ê li Zanîngeha Artukluyê û bi hezaran hemwelatî cenazeyê Kadrî Yildirim bi xakê hat spartin.
Prof. Dr Kadrî Yildirim kî ye?
Kadrî Yildirim di sala 1959an li navçeya Licê ji dayik bûye. 13 sal mamosteyîya dibistanê kirîye, sala 1984an di Fakulteya Îlahiyat a Universiteya Heranê de dest bi xwendina master û doktorayê kirîye. Sala 1999an li Universiteya Dîjleyê dest bi mamosteyî kirîye û sala 2004an bûye doçent û sala 2010an jî bûye profesor. Wî di Universiteya Artukliyê de karê cîgirîya rektorê universiteyê kiriye û herweha mudirîya Enstîtuya Zimanên Zindî û serokîya Beşê Ziman û Kultura Kurdî kirîye. Hezîrana sala 2015an di lîsteya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bû parlementerê Sêrtê.
Kadrî Yildirim heta niha derbarê ziman, edebiyat dîroka û rêzimana kurdî de bi dehan kitêb nivîsandine û di salên dawî de pêşengiya xwendin û nivîsandine kurdî kiriye li Bakurê Kurdistanê.