Mezlûm li derbara vegerandina “Çîçekê” daxuyanî da

Mezlûm li derbara vegerandina"Çîçekê" daxuyanî da

Fermandarê giştîyê Hêzên Sûrya Demokratîk li derbara cezakirina Şervana YPJê Çîçek Kobanî daxuyanî da û got: “Doza Çîçekê doza meye, heta ku em bi saxî û selametî vedgerînin.”

Mezlûm Ebdî li ser hesaba xwe a Twitter ê derbarê rewşa Şervana Yekîneyên Parastina Jinê YPJê “Çîçek Kobanî” da got: “Çîçek Kobanî li sala 2019an ji nav axa Sûriyê hate revandin û dadgeheke Tirkiyê cezayê heta hetayê bi ser de sepand, ev yek li dijî yasayên navneteweyî ye.”

Diyar kir, keça Kobanî, Çîçek ne yekem kese ku rûbrûyê vê rewşê dibe, doza Çîçek û hevrêyên wê heta ku em wan bi saxî û selametî vedgerînin dê doza me be.

Çîçek Kobanî 21ê cotmeha 2019an li gundê Mişrefa yê Eyn Îsa ji hêla çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatbû dîlgirtin û ji aliyê Tirkiyê ve bi cînayeta “endametîya rêxistinê” hatbû girtin ku li Rihayê di zîndanê de ye, çend roj berê dadgeha Tirkiyê cezayê heta hetayê li ser sepandibû.

Pustên heman beş