Îranê bi dehan kesên beşdarî Newrozê bûne girtin

Îranê bi dehan kesên beşdarî Newrozê bûne girtin

Rejîma Îranê bi dehan kesên Kurd ku beşdarî ahengên Newroz û ser sala Kurdî bûne, li bajêrên Rojhilata Kurdistanê desteser kirin.

Li gorî rêxistina Hengaw ya mafên mirovan li Rojhilata Kurdistanê, bi dehan kes ji ber ku beşdarî çalakiyên pîrozkirina cejina Newrozê bûne, hatin girtin.

Dest nîşa kir, hêzên Îranê operasyon li ser xelkê dane destpêkirin û di nav çend rojên borî de li bajarên Sine, Merîwan, Şino û Bane yên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 14 kes ji ber Newrozê hatine girtin û hîn jî girtina welatiyan berdewam dike.

Welatiyên ku hatine girtin, bi hinceta alîgiriya partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên neyarên rêjîma Tehranê hatine girtin.

Pustên heman beş