Şervanan tola Eyn Îsayê hilda, 8 çete kuştin

Şervanan tola Eyn Îsayê hilda, 8 çete kuştin

Hêzên Suraya Demokratîk di tolhildana 11 Şervanên xwe de ku li dorbera Eyn Îsayê li rojên rabûrî ji hêla çeteyên Tirkiyê ve hatbû kuştin, êriş kir û 8 çete kuştin.

Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan îro roja yekşemî 28/3/201an belav kir, Şervanên HSDê li şeva derbasbûyî karîne çalakîyeke serketî li dorbera bajarokê Serê Kaniyê li dijî çekdarên girêday Tirkiyê bikin û 8 çekdar kuştin û birîndar kirin.

Dest nîşan kir, Şervanên HSDê karîn xwe bighînin enîya Um Menacîr û li wir mayîn danan û piştre xwe vekşandin û di encama teqîna wan maynan de, 5 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin û 3 birîndar ketine.

Li rojên rabûrî û ji encama topbarana artêşa Tirkiyê û komên çekdarên girêday wê, 11 Şervanên HSDê li dorbera bajarokê Eyn Îsayê can dabû.

Pustên heman beş