Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî bang li ENKS û PYNKê kir ku hest bi berpirsyariyê bikin û vegerin ser maseya danûstandinê û diyaloga Kurdî-Kurdî berdewam bikin. Mezlûm Kobanî derbarê pirsa mijara Pêşmergeyên Rojava de jî ragihand, “divê pirsa leşkerî û Pêşmergeyan li gorî Peymana Duhokê bê çareserkirin.”
General Mezlûm Kobanî di daxuyaniyekê de ji bo ajanseke nêzîkî Rêveberiya Xweser tekezî li ser giringiya berdewambûna diyalogên di navbera Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de dike û dibêje, ew dê piştevaniya xwe bo diyaloga Kurdî-Kurdî berdewam bikin.
Kobanî dibêje: “Diyalog û danstandinên di navbera Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd de ji bo yekkirina xîtab û helwestê ye. Wekî aliyekî garantor û sponsor li gel aliyê amerîkî yên dost em hîna bi helwesta xwe ve girêdayî ne.”
General Kobanî yekrêziya Kurdî weke mijareke stratîjî ji bo siberoja gelê Kurd bi nav kir û got,”Yekîtiya kurdî ji bo me mijareke stratejîk a xwedî girîngiyek ji bo pêşeroja gelê me û daxwaza wê ya rêxistinkirina mala navxweyî ye.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk destnîşan kir, divê ENKS û PYNK xalên ku nakokî li ser hene, li ser maseyê gutûbêj bikin ne li ser medyayê û tekez kir, tometbarkirina hev bi rêya medyayê etmosfereke nerênî çêdike.
Têkildarî mijara leşkerî ya di danûstandinên navbera ENKS û PYNKê de, Mezlûm Kobanî got: “Mijrên ku her du alî di ragihandinê de hevdu pê tawanbar dikin astmosfêreke neyîn afirand, bi taybet mijara leşkerî û pêşmergeyan ku berê hatiye diyarkirin û her çareseriyeke ji bo vê mijarê dê di çarçoveya Peymana Duhokê de be.”