Partîya Jiyana Azadîya Kurdistanê PJAKê, balê rêxistina PKKê yê Rojhilata Kurdistanê, dû kadiroyên xwe li sînorê Silêmaniyê tasfîye kirin, paş derbasbûna nêzî dû mehan, ji nû ve hatîye û dibêje Îranê ew qetil kirine.
Partîya Jiyana Azadîya Kurdistanê PJAKê ku baskê rêxistina PKKê yê Rojhilata Kurdistanê ye, ragihandîye, dû çekdarên wan li devera Şilêrîya bajarokê Pênciwên yê Herêma Başûrê Kurdistanê hatine kuştin.
PJAKê daye zanîn, ew çekdarên han li roja 4 sibata îsalê bi rengekî hovane û ji aliyê “Peyayên Îranê” ve hatine kuştin.
Çekdarên ku hatine kuştin, bi navê “Ako Fethî” xelkê bajarokê Kamyaran yê parêzgehîya Sine ya Rojhilata Kurdistanê ye û navê çekdarê din jî “Mehdî Rizayî” ye û xelkê bajarê Kirmaşanê bûye.
PJAKê û rêxistina PKKê kuştina van kadiroyên xwe hildaye serê Îranê, lê belê li gorî agahiyên destê me, ev herdû kadiroyên PKKê bi destê rêxistinê bi xwe hatine tasfîyekirin.
Pêgeha Darka Mazî wê zanyariyên herî taybet li derbara kuştina van kadiroyên PKKê bi destê PKKê bi xwe li rojên pêş me parveket.
Rêxistina PKKê dîrokeke pir dirêj ya tasfîye kirina kadiroyên xwe heye, ev yêk ne siyaseteke PKKê ye, lê belê ev rêxistin di xwezaya xwe de wihaye, her kadiroyekê xwe wexta muhîma wî bi dawî tê, tasfîye dike û paş derbasbûna demekê wan bi şehîd îlan dike, yan jî cînayeta qetil kirina wan hilde serê dewletên Îran û Tirkiyê.