Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê bi serdanke fermî li Firansayê ye, îro li gel Emmanuel Macron di cive, pêşxistina têkiliyên Parîs û Hewlêrê, rojeva Îraqê û navçeyê bi giştî di civînê de tê nîqaş kirin.
Bi vexwendineke fermî ya Emmanuel Macron Serok Komarê Firansa, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê serdana Fransayê kir û îro sêşem 30.03.2021 li Koşka (Élysée) Elîzê li Parîs li gel Serok Macron komdibê.
Her du Serok pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraq li gel Firansa, rewşa Iraq, Herêma Başûrê Kurdistan û navçeyê bi giştî, pejika Kovid- 19 û encamên wê nîqaş dikin.
Li gorî daxuyanîya seroktîya Herêma Başûrê Kurdistanê, herwiha metirsiyên teror û erkê hevpeymaniya navdewletî, girîngiya hevkarî û hevbeşiya hemû aliyan ya ji bo rûbirûbûna DAÎŞê û çend pirseke din Jî wê mijarên girîng û hevbeş yên vê civînê bin.