Li Nasiriye, bombeyek di karwaneke leşkerî ya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de hat teqandin.
Li gor çavkaniyeke ewlehiyê diyar kir, li bajarê Nasiriye yê li başûrê Iraqê, îro bombeyek di karwaneke Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de hate teqandin, lê tu ziyaneke canî çênebû.
Bajarê Nasiriye navenda parêzgeha Zîqarê ye û dikeve başûrê Bexdayê.
Li Bexda û piraniya bajarên din ên Iraqê berdewam Hêzên Hevpeyman rastî êrîşa terorîst tên û Amerîka jî milîsên Heşdî Şeibî di ber wan êrîşan de berpirs dibîne û tometbar dike.