Hozên Şengalê: Soza derxistina PKKê bi me hatiye dayîn

Peyivdarê bi navê hozên Ereb ên li deverên Kurdistanî eşkere kir ku artîşa Îraqê soz bi wan dayî ye ku çekdarên PKKê ji devera Şengalê derxin.
Muzahim Hiwêt, peyivdarê bi navê hozên Ereb ên li navçeyên Kurdistanî ji bo kenala RT a Rûsyayê gotîye: Fermandarêtîya Heşda Şabî bi taybet Falih Feyaz serokê desteya birêvebir a Heşdê, soz bi me dayî ye ku çekdarên PKKê û yên girêday vê rêxistinê ji Şengalê derxin.
Dest nîşan kir, Falih Feyaz ev soz di serdana xwe ya ji boy bajarê Mûsilê de bi me dayî ye.
Peyivdarê hozên Ereb dibêje: wan ji Feyaz re go ku ew nikarin bi sedema cînayetên PKKê li Şengalê derbasî navçeyên xwe bibin û vegerin warê xwe.
Hêjay gotinê ye, Hikûmeta Îraqê heya roja 1 nîsana îsalê molet bi PKKê û Heşda Şabî dayî ye ku ji Şengalê derkevin ji bo ku Peymana Hewlêr û Bexdayê bi temametî bikeve di qada cî bi cî kirinê de.
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li sala rabûrî Peymana asayî kirina rewşa Şengalê îmze kir, li gorî Peymanê pêwîste PKKe û Heşda Şabî li wir nemînin û ewlehîya wê bikeve destê Artêşaê û hêzên Pêşmergehan, lê belê ji wê demê ve PKKe bûye astengî li himberî cî bi cî kirina peymanê.
Her li gorî peymanê, bajarê Şengalê wê were avedan kirin û şêniyên Êzidî ku hêjan di kampan de ne, wê ji boy warê wan werin vegerandin.