Li Myanmarê ji 1ê Sibatê ku darbeya leşkerî li rêveberiyê hatiye kirin heta niha di xwepêşandanan de zêdetirî 500 kesan bi êrîşên artêşê hatin kuştin.
Komeleya Alîkariya Girtiyên Siyasî ya Myanmarê ragihandiye, ji 1’ê Sibatê dema darbeya leşkerî û vir ve piraniya wan xwendekar û zarok zêdetirî 500 sivîl hatine kuştin.
Komeleyê diyar kir, wan mirina 510 kesan piştrast kiriye û bibîr xist ku bîlançoya rastî dibe ku girantir be.
Hêjayî gotinê ye, di protestoyên xelkê Myanmarê yên bo artêşa darbekar de tenê hefteya borî zêdetirî 120 kes hatibûn kuştin.