YEyê bang li Esed kir ku biryareke zelal ji bo guhertina reftarên xwe bide

YEyê bang li Esed kir ku biryareke zelal ji bo guhertina reftarên xwe bide

Wezîrê Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell hişyarî da rejîma Esed ku beşdarî guftûgoyên çareseriyê ne di bin banê NY de bibe û ji bo dawîanîna fişara li ser gelê Sûriyê û danûstandinên bi welatan re şêwazeke nû bibîne.

Joseph Borell di hevpeyivîna xwe ya di Rojnameya Şerq El-Ewset hatiye weşandin de dibêje: “Divê rejîma Esed tevlî guftûgoyên di bin serpereştiya Neteweyên Yekbûyî de bibe, ji bo biryara navdewletî ya jimar 2254an pêk bîne.”

Borrell li ser hilbijartinên serokatiyê yên 17 Tîrmehê li Sûriyê got, heger hilbijartin pêk werin, divê li gorî heman biryarê bin.

Wezîrê Ewropayê destnîşan kir, “Rejîma Esed di beşdarbûna guftûgoyan de têk çû. Ji ber vê yekê hilbijartinên serokatiyê wê ji bo asayîkirina têkiliyan digel wê bêencam bimînin.”

Borrell bang li hikûmeta Şamê kir ku biryareke zelal ji bo guhertina reftarê xwe bide û şêwaza xwe ya danûstandinê ligel hemû welatên cîhanê biguherîne.

Pustên heman beş