Pênc partî û rêxistinên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê di daxuyaniyeke hevbeş de, daxwaza serbestberdana Cîgirê Serokê Giştî yê PDK Bakur Hişyar Ozalp kirin, ku îro li deriyê sînorî yê Xabûrê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibû desteserkirin. Li aliyekê din hat zanîn, ku Hişar Ozalp piştî nîvro li Cizîrê serbest hatiye berdan.
PDK-BAKUR, PAK, PSK, PÊLKURD, TEVGER îro derbarê desteserkirina Cîgirê Serokê Giştî yê PDK Bakur Hişyar Ozalp de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.
Di daxuyaniyê de her pênc partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê desteserkirina Hişyar Ozalp ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve şermezar kirin û daxwaza demildest berdana wî kirin.
Di daxuyaniya hevbeş a wan aliyan de wiha tê gotin:
“Em bi Birêz Hişyar Ozalp re ne û divê demildest serbest bê berdan.
Cîgirê Serokê PDK-Bakurê birêz Hişyar Ozalp roja 31.03.2021ê gava ku ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê dibû di Deriyê Xabûrê de ji aliyê polîsên Dewleta Tirkîeyyê ve hate desteserkirin. Polîsan birêz Hişyar Ozalp birine Emniyeta Silîopîyê.
Em desteserkirina Birêz Hişyar Ozalp ê Cîhgirê Serokê PDK-Bakurê şermezar dikin, em bi birêz Hişyar Ozalp re ne û divê demildest serbest bê berdan.”
Cîgirê Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur) Hişyar Ozalp îro danê sibê li deriyê sînorî yê Xabûrê hatibû desteserkirin.