Rûsya êrîşê bingehên milîsên ser bi Tirkiyê kirin

Rûsya êrîşê bingehên milîsên ser bi Tirkiyê kirin

Li Idlibê bingehên hêzên çekdarên li ser Tirkiye ve hatin bombebaran kirin.

Li gor zanyariyên herêmî, piştî ku artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve, nehêştin xelkê medenî ji wan her sê rêyan ku weke kirîdora însanî tên binavkirin û li gor lihev hatina Tirkiye û Rûsyayê hatibûn vekirin, fêde bistînin, Rûsya jî liv û tevgerên xwe yên leşkerî li Îdlibê zêdetir kir.

Hate zanîn ku îro danê sibê balefirên şer yên Rûsyayê li Îdlibê êrîşî ser mûziyên komên cîhadî yên ku Tirkiye piştîvaniya wan dike, kirine û di encama êrîşên han de hijmareke zêde cîhadî hatine kuştin û hijmareke din jî birîndar bûne.

Hefteya derbasbûyî jî Rûsya 4 keştiyên din yên şerê şandibû Rojhilatê behra Spî û pispor jî behsa vê yekê kiribûn ku ev amadekariye bo destpê kirina operasiyoneke berfire li îdlibê

Pustên heman beş