Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan Selaheddîn Demîrtaş dibêje: Partîya ku pêwîste were qedexe kirin, Partîya Dad û Geşepêdan AKPe ye.
Selaheddîn Demîrtaş li derbara doza girtina HDPê ku duh roja çarşemî 31/3/2021an ji hêla mehkema destûrî ve hatîye vegerandin axivî û got: tişta ku li ser HDPê tê meşandin, pêwîste bi heman awayî li ser AKPê jî were meşandin, AKPe pêwîste were qedexe kirin.
Demîrtaş dibêje: heger ew dixwazin HDPê bigrin ji ber ku şirîka PKKê bû di Pêvajoya Aşitiyê de, li vir pêwîste bi heman awayî AKPe jî were girtin.
Demîrtaş her wiha anî ziman ku şanda HDPê yê ku li dema xwe serdana Qendîlê kirî, li gorî benda qanunê 6551 û îradeya Receb Teyb Ardogan ve hatibû garantî kirin.
Hêjay gotinê ye, li meha rabûrî doza girtina HDPê gihîştibû mehmeka destûrî, lê belê ev doz hat ragirtin û vegerandin ji boy dozgeriyê ji bo ku kêmasiyên dozê werin çareser kirin, piştre wê biryar were girtin ku HDPe bmîne yan jî wê were qedexe kirin.