Dû berpirsên PKKê hatin hedef kirin

Dû berpirsên PKKê hatin hedef kirin

Dû berpirsên rêxistina PKKê li Bakurê Kurdistanê ketin ber êrîşa atêşa Tirkiyê û hatin hedef girtin, yêk jê di kategorîya reng sor ya dewletê de cî digirt.

Li gorî ajansa Anadoloyê ya dewleta Tirkiyê, di operasyona bi navê Eren 5 ê de ku li sînorê Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê li dijî rêxistina PKKê dest pê kirîye, 6 çekdarên rêxistinê hatine hedef kirin.

Dest nîşan kir, dû ji wan çekdarên PKKê berpirsên rêxistinê ne li Mêrdînê bi navê Hesen Mehmûdî ku di kategorîya reng sor ya dewletê de bû û yê din bi navê Teyyup Çamê ku di kategorîya tûtik de bû.

Li gorî daxuyanîya wezareta navxwe ya Tirkiyê, ev herdû berpirsên PKKê ji 2016an ve beşdarî gelek çalakiyên rêxistinê li dijî esker û cendirmeyên Tirk li Bakurê Kurdistanê bûne.

Rêxistina PKKê li derbara hedef girtina van berpirsên xwe tu daxuyanî û agahî parvenekirine.

Pustên heman beş