Baregehên PKKê li sînorê Kanî Masê hatin hedefkirin

Baregehên PKKê li sînorê Kanî Masê hatin hedefkirin

Di berdewamiya êrîşên hewayî yên dewleta Tirkiyê li ser bingeh û stargehên PKKê di nava Başûrê Kurdistanê de, îro jî baregehên PKKê çendîn caran hatin hedefkirin, û bi sedema van êrîşan zirar û ziyanek herî mezin gihîşt xwezayê Başûrê Kurdistanê.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li başûrê kurdistanê ragihandin, îro roja pêncişemî 1/4/2021an stargehên PKKê li sînorê kanî masê çendîn caran hatin hedef kirin û bi vê sedemê zirarek herî mezin bi siruştê navçeyê gihiştiye, lê agahî derbara zîyanên PKKê tunene.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, îro li saet 4:0ê êvarê balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê stargehên PKKê li şikefta babekra ku dikeve Geliyê Bazê li Başûrê gundê Bazê ê bi ser Nahiya Çemankê ve bordoman kirine û du moşek li stargehên çekdarên PKKê dane, lê heya  niha nayê zanîn zirarên PKKê çi bûne.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kirin li saet 4:45ê êvarê balefirên Tirkiyê dîsa baregehên PKKê yên li çiyayê Gabnîrkê ku dikeve beramberî gundî Şimayîla ê ser bi nahiya Kanî Masê bordoman kirine.

Pustên heman beş