Amerîkayê ceza li ser pîşesazîya berevanîya Tirkiyê ragihandin

Amerîkayê ceza li ser pîşesazîya berevanîya Tirkiyê ragihandin

 Amerîkayê ceza li ser pîşesazîya berevanyê ya dewleta Tirkiyê sepandin, ev ceza bi sedema peymana Tirkiyê ya li gel Rûsyaya federal û kirîn û test kirina sîstema mûşekî ya S-400ê hatîye dayîn.

Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken diyar kir ku Saziya Pîşesaziyên Berevaniyê yên Tirk ku bi SSB tê nas kirin ji çend salan ve bi aliyê Rûsî re ‘peymaneke mezin’ kiriye, ji ber vê sedemê divê cezayên li gorî yasaya (CAATSA) li dijî wê sazîya Tirkiyê û serokê wê Îsma’îl Demîr û sê serokên din bên feriz kirin.

Li gorî cezayan, qedexe ye welatiyên Amrîkayê bi Tirkên ku ceza li ser wan hene re serederiyê bikin.

Her wiha dê mal û milkên kesên navên wan di lîsteya cezayan a Amerîkî de hene bêne cemidandin û desthilatên Amerîka vîzeyê ji wan re dernaxe.

Di pêşniyaza cezayan de hatîye: dê hinardekirina berhemên Amerîkî ji bo Desthilata Tirkî were qedexekirin û dê dana deynên ku zêdetirî 10 milyon dolar e jî ji wê saziyê were qedexekirin.

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, cezayên CAATSA yên li dijî Tirkiyeyê dê sibe bi bandor bibin.

Pustên heman beş