Serokê giştî yê partiya nijadperest ya Tirkiyê (MHP) Devlet Baxçelî daxwaz kir Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê were girtin, ji ber ku yekser biryara girtina HDPê nedaye!
Serokê giştî yê MHPê, Devlet Baxçelî îro di civîna firaksiyona partiya xwe de bi tundî êrişî Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê, ku bilindtirin dezgeha hiqûqî ye li Tirkiyê, kir.
Devlet Baxçelî ji ber wê yekê êrişî wê dadgehê kir ku yekser biryara girtina HDPê nedaye.
Baxçelî daxwaz kir Dadgeha Destûrî were girtin û li şûna wê dadgeheke din were avakirin.
Hefteya borî hikûmeta Tirkiyê daxwaza girtina HDPê kiribû, Dadgeha Destûrî jî daxwaza belgeyên zêdetir kiribû, ji ber wê jî dosyeya girtina HDPê hatibû paşxistin.