Hêzên Sûryaya Demokratîk û Rêveberîya Xweser, bi dagîrkirina cih û warên Kirîstiyanan tê sûçbar kirin, Kirîstyan vê yekê bi xeterî û guherîna demografî hesab dikin.
Birêvebirê Nerîngeha Aşûrî a mafên mirovan li Sûriyê Cemîl Diyar Bekrî, ji boy rojnameya Qudis El Erebî dibêje: “her yêk ji Hêzên Sûryaya Demokratîk HSDe û Rêveberîya Xweser, ji boy encam dayîna guherînên demografî li navçeyên Kirîstiyanan li parêzgehîya Hesekê, ketîne nava hewlên mezin de.
Dest nîşan kir, HSDê û Rêveberîya Xweser, li navçeya Malkiyê ya li gundewarê Hesekê, dest danîye ser rûberên herî berfereh yên zeviyên çandiniyê yên Kirîstiyanan, bi taybet li gundê Siwîdîk yê Başûrê Malkiyê.
Birêvebrê nerîngeha Aşûrîyan eşkere kir, şêniyên Kirîstyan yên gundê Siwîdîk matmayî man wexta ku li rojên rabûrî bildozerên Rêveberîya Xweser ketine nava zeviyên wan de û bi hênceka cî bi cî kirina pirojeyekî ew zevî rast kirin.
Her wiha got: şênîyan rêgirî kir, lê belê Rêveberîya Xweser ji wan re go ku ev piroje wê were cî bi cî kirin û pêwîste şînî dev rêgiriyê berdin.
Li gorî nerîngeha Aşûrî ya mafên mirovan, biryara cî bi cî kirina pirojey ji hêla rêxistina PKKê ve hatîye dayîn û Kirîstiyanan ev yêk bi guherîna demografî û xeterî li ser warê xwe hesab kirine.