Rûsya li ser Ûkraynayê hişyariyê da Amerîkayê

Rûsya li ser Ûkraynayê hişyariyê da Amerîkayê

Cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov li ser mijara Ûkraynayê bang li Amerîkayê kir ku di mijara Ûkraynayê de bi berpirsiyarî tevbigere.

Ryabkov, bo ajansa Rûsî bo Riayê, li ser babeta gengeşeyên li ser sînorên Ûkraynayê şiroveyan kir û got:

“Divê Amerîka di babeta Ûkraynayê de bi berpirsiyarî tevbigere. Em bang li Washingtonê dikin ku di navbera dayîn û sitendinên payîtextan de bi berpirs tevbigerin û dijberiyê zêde nekin.”

Ryabkov got ku ew bi hêvîne ku li ser mijara rojhilatê Ûkraynayê, Amerîka pêngavên pêdivî pê hene bavêje û weha dewam kir:

“Helbet em bende ne ku Amerîka siyaseta Kievê ya ku gengeşeyê zêde dike zeft bike.”

Ryabkov her weha ragihand ku bi Amerîka re di asta wezîrên karên derve û wezîrên bergiriyê de li ser babetê ti têkilî nehatiye danîn.

Pustên heman beş