Partîya karkerên Kurdistanê “PKKe” her ji dema damezrandina xwe heya niha, roj naçe di çapemeniyê de bas li lehengî, serkeftin û azadî û demokrasiyê neke, PKKe bi awayekî ew qas zêde bas li van tiştan dike ku hin caran mirov wusa difikre ji xewek giran rabûye û ev bûyerên ku PKKe qala wan dike hemû bi rastî jî rûdane, mirov pir hesretan ji boy ji dest dayîn û nedîtina van dîmenan dixwe.
Lê dema tê ser hişên xwe û li dervey çapemeniya PKKê li bûyeran mêze dike, her tişt berevajî dibe, ne serkeftinek, ne lehengîyek û ne jî tu tiştekê din ku di sûdê Kurdan de be, PKKê encam nedaye, bi tenê weke çapemeniya Nazîyan li Elmanyayê her tiştî di berjewendîya xwe de dibêjin û hêza peyvan bi kar tînin.
Ji bextê reşê Kurdan jî, PKKe pêtir ji her kes û aliyek din pisportire di vê yekê de û bi peyvan dileyîze, bi çapemeniya di destê PKKê de heyî, PKKe karîye hemû xerabî, şaşitî, neciwanî û îxanetên xwe ciwan bike û berevajî jî karîye hemû başî, ciwanî û serkeftinên aliyên din weke îxanet û binkeftin û dije Kurdan nîşan bide.
PKKê bi qasî dewletên dagîrker zirar li gelê Başûr xistîye
PKKê heya niha ne li Bakur ne li Rojhilat û ne jî li tu parçeyeke Kurdistanê kesek Tirk yan Faris yan Ereb bi sûça sîxoriyê nekuştîye, lê bi dehan Kurd kuştine
Ger em bas li karên PKKê yên dijî Kurd û Kurdistanê û di berjewendîya dewletên dagirker de bikin, demek ew qas dirêj pê divê ku bi raporekê yan gotar yan pirtûkekê bi dawî nabe, lê emê di vê nivîsa xwe de bi tenê bas li hinek kar û kiryarên PKKê bikîn ku di dema 5 salan de li dijî Kurdan û Kurdistanê encam dayîne.
Tişta herî ecêb eve ku hemû karên encam dayî di çapemeniya xwe de weke lehengî û şerê dije ajenan dayîne diyar kirin, ew zirar û zîyanên PKKê bi tenê di dema 5 salan de bi tenê li Başûrê Kurdistanê li dijî Kurdan encam day bi qasî wan tawanane yên ku dewletên dagîrkar li dijî vê perçeya azada Kurdistanê encam dayî.
PKKê tu cînayetek nemaye li dijî gelê Kurd nekirî
PKKê heya niha ne li Bakur ne li Rojhilat û ne jî li tu parçeyeke Kurdistanê kesek Tirk yan Faris yan Ereb bi sûça sîxoriyê nekuştiye, lê bi dehan Kurd kuştine, PKKê li Bakur tu karsaz, cotkar, şivan, taşaronek Tirk nekuştîne, lê bi sedan cotkar, karsaz, şivan û bazirganên Kurd bi sûçên bê binema kuştine.
Li Bakur tu caran me nebihîstîye PKKê gef li sazîyeke çapemeniyê a di dest Tirkan de kiribe û jêre gotibe ger hûn tiştekî li dijî me çap bikin emê we ji holê rakin, me nedît tu caran PKKe gefan li bazirganekê Tirk bike ku ger bacê nede wan ewê karê wî têk bidin û destûrê nedin kar bike, me nedît bo carekî jî PKKê li Bakurê Kurdistanê gef li kadiroyekî partîyeke Tirkiyê kirî û jêre gotibe nabe “di navçeyên di bin desthilatdariya me de ji bo tu partîyeke din kar bikî”, me nedît bo carek bi tenê jî PKKê bac ji Tirk yan Faris yan Erebekî stendî, lê belê ev kar hemû û bi sedan karên din yên qirêj jî li dijî Kurdan encam dayîne.
Li Bakur PKKe rê nade tu çapxaneyek tiştekî li dijî PKKê çap bike, ger çapxaneyek tiştek wusa bike her zû wê PKKe bi darê zorê wê çapxaneyê bide girtin, ger bazirganek Kurd bacê nede wê karê wî were jinavbirin, wê were şewitandin heya ku neçar bibe bacê bide, ger rojnamevanek Kurd tiştekî li dijî wê bibêje wê wî weke ajen û kirê girtiyê AKPê û Mîta Tirkan bidin nasandin û dawî car bi awayekî wî tesfiye bikin, bi kurtasî tawanek tuneye ku PKKê derheq Kurdan de nekirbe.
Afyona gelan û afyona gelê Kurd
Êşa gemar li Bakur destpêkir, ber bi Başûr hat, piştre hemû cesedê Kurdistanê girt
Markis di yek ji axaftinên xwe de dibêje: “ol afyona gela ye”, lê ji boy me Kurdan di niha de PKKe bûye afyon, PKKe niha li her çar perçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê bûye sedema alozî û astangiyên herî zêde ji boy gelê Kurd, PKKe weke şêrpenceyekê ketîye giyanê Kurdistanê, vê êşa gemar li Bakurê Kurdistanê destpêkir, ber bi Başûr hat, paşan hemû cesteyê Rojava û hin beşên Rojhilat girtin, niha Kurd neçar mane zêdebarî ser mil ragirtina zora dagîrkerên Kurdistanê, zora PKKê jî ser milên xwe ragirin, giranîya PKKê xistîye ser milên Kurdan bi taybetî li Kurdistana Başûr ku bi take perçeya azad ya Kurdistanê tê hesibandin, ger bi qasî giranîya dewletên dagîrker nebe bi tu awayî kêmtir nîne.
Li Başûr PKKe her karekî li dijî gel dike, Kurdên Başûr ji gundên wan der dike, bacê ji wan distîne û bi tawanên çêkirî wan dide kuştin, hin ji wan bi sûça sîxortiyê ji boy saziyên ewlehîya Başûr!! Hin ji wan bi sûça sîxortiyê ji boy Mîta Tirka û hin ji wan jî bi tawana rexne kirina Apo û partiyê weke xaîn dide nasandin û kuştin, tu karekî gemar nemaye ku PKKê li Başûrê Kurdistanê nekirbe.
Pêgeha Darka Mazî cînayetên rêxistina PKKê yên li dijî gelê sivîlê Başûrê Kurdistanê ji sala 2017 heya roja me ya îro bi belge û dukomênt kom kirine, li rojên pêş me emê di zincîreyeka raporên vîdyoyî de bêxin ber çavan, ji bo ku gelê Başûr rûyê rast yê vê rêxistinê nas bike kanê bi tu awayî ew bi terzê DAÎŞ ê û giropên Mafiyayê, sivîlan qetil dike, keç û zaroyan li pêş çavên dayik û bavên wan qetil dike, keçan li ser rêyên dibistanê di revîne û bi dehan cînayetên din yên wehşî yên ku ev rêxistin navê berxwedanê lê dike.